Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Aralık, 2024 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

BEMOL

Nîşaneke dengguhertinê ya notayan e,  B emol notaya ku tam deng e dike nîv deng tête wateya 'kêmtirîn perde' bi tîpek wek -b-yê tê ber notayê, jiyan çend ecêb e mînak em bemolê deynin ber fa'yê deng dibe 'mî' ew bo dengê 'do' jî werê ye. Ji ber ku navbera notayên -mî û fa- -sî û do- nîvdeng e bemol ew nîvdengî jî winda dike. 

Jazz

Jazz, dawîna serdema 19'an li emrîqa new orleansê ji terefê efrîqayiyên li emrîqayê derketiye.  Berdewama muzîka ragtime û bluesê ye erê ev muzîka reşika ye tekildariyek mûaazzam di nav ritim û notayê vê cura muzîkê de heye ku teknîkên wek swîg, bêrîtîmî, pirahengî, senkop bikartîne.  Derketina vê cureya muzîkê nerazîbûna reşikan a ku li hember zordestiyê ye!

NÎHAVEND

Meqama laqirdiyan e, ji bo dansê mirov dikare vê hilbijêre loma pir lê tê. Rêza meqamê: ji perda rastê ta nevayê -bûselîk-  ji nevayê jî çarenînê hîcaz û kurdî ve pêk tê. Li gor muzîka rojavayî rêzên Sol Mînorê dihewîne, gelek berhemên bi vê meqama rengîn hatine nivîsîn hene. Herwiha ji bo meqamê bixemlînin rêzên meqamên din jî tê de gerandine. Nîhavend navê bajarekî îranê ye!

FORTE

  pianississimo /ppp/ heta ku jê tê sivik û bêdeng pianissimo. /pp/. gelekî sivik û bêdeng piano /p/. bi dengekî sivik mezzo piano /mp/ nîvînîvî sivik mezzo forte /mf/. nîvînîvî bihêz forte. /f/. bihêz û bideng fortissimo /ff/. gelekî bihêz û bideng fortississimo fff/. heta ku jê tê bihêz û bideng Weke di lîsteyê da xuya dike -F- forte di muzîkê da tê wateya bihêz û bideng lêxistinê. Ger ku te li ser kaxizekê notayek dît pêșî li jêr û jorê wê binere bêje ka -F- forte lê heye! Ger hebe nexwe tê bi îmaneke mezin lê bidî! Notek ji nivîskarî: Ez Zûhat Kaya, meha dawîn ya 2024an da min ev blog vekir. Ji bo destpêka akademîyeke Muzîkê li ser întetnetê min ev rê hilbijart. Dema arşîv û berhem zêde bibin dê ev arşîv derbasî sîteyeke mezin bibe. Ger nivîsên li vê derê bi kêrî te hatibe ji kerema xwe parve bike.

SOLFEJ

Aweyeke perwerdahiya muzîkê ye bo hînkirina dengên perdan û dîtina notayan tê tercîhkirin. Nota li gor aheng, deng û derban tête xwendin. Navê wê ji notayan hatiye (sol-fa). Solfej rê dide ku mirov bê enstruman bi dengek tazî muzîkê dizayn bike.