Ridvan Îbrî bi dengê xwe yê bi hêz û muzîka xwe ya otantîk di nav muzîka kurdî da cihê xwe digire, ji Sêrtê ye û 11-12 sal in li Stenbolê dijî. Di vê demê de, wî li ser hunera xwe xebitiye, ji ekola Ciwan Haco îlham girtiye û bi guhdarîya Hesen Zîrek û Kerapetê Xaço, têkiliyeke kûr bi muzîka kevneşopî ya kurdî re ava kiriye. Şêwaza wî ya melodîk, bi baweriya wî ya xurt re têkildar e; ew dibêje di rêya hunerê da wê serkeftinê bi dest bixe,(Youtube, Tenbûra Mîtrayê) ev yek di stranên wî yên herî dawî, “Beybûn” û “Qurbana Te” da xwe dîyar dike. Taybetmendiyeke balkêş a muzîka Ridvan, bikaranîna moda Aeolîyen ya Fa# (F dîyez) ye, ku stranên wî, di nav wan da “Beybûn” û “Qurbana Te”, li ser vê pîvanê têne rêzkirin û gotin. Moda Aeolîyen ya Fa#, pîvaneke heptatonîk e ku ji notên Fa♯, Sol♯, La, Si, Do♯, Re û Mi pêk tê û wekî pîvana mînor a xwezayî ya Fa# tê nasîn. Ev mod, ku moda şeşemîn a pîvana A major e, bi formûla xwe ya navberan (N-T-N-N-N-T-N-N) hestekî kûr, xemgîn lê bi...