Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Ekim, 2025 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Heyranok: Di Muzîka Kurdî de Modalîte û Estetîka Gotinê

Heyranok, di muzîka gelêrî ya Kurdî de cureyek e ku dengê jinan di navendê de ye û bi tundiya hîsî ve tê der. Ev cure, hem ji aliyê folklorîk û hem ji aliyê muzîkolojîk ve balê dikşîne ji sîstema tonal a klasîk a rojavayî serbixwe, li ser bingeheke modal hatiye avakirin. (Pênaseyeke perwerdeyê a akademîk û pratîkê li ser muzîka kurdî ya ku em dibêjin; Payîzok, Heyranok, Berîte, Lawj û hwd. ve nehatiye kirin.) 1. Pênase û Fonksiyona Muzîkal a Heyranokê Şehab Xalîdî (2021), heyranokê wekî “stranên lîrîk ên kurt ên ku jinan hestên xwe yên hundirîn tînin ziman” pênase dike. Abdullah & Zagros (2022) û Mamand & Badan (2024), awayên performansê, profîlên îcrakar û avahiya melodîk a heyranokê lêkolîn kirine û varyasyonên melodîk û modal ên vê cureyê derxistine holê. Heyranok bi awayekî gelemperî di warê rîtmê de bi pîvana azad, di warê melodîk de jî bi rêzikên modal ên sînordar ve formeke taybet e. 2. Modalîte û Avahiya Navberan Lêkolînên cuda nîşan didin ku heyranok xwedî karaktereke ...

Di Muzîka Kurdî de Payîzok: Analîzeke Yekbûyî ya Modal û Seyirê

Kurte Payîzok di muzîka kurdî de nîşaneya têkilîya mirovan bi xwezayê re ye.  Payîzok ne “maqam”eke klasîk e, formeke modal a estetîk e ku hestên xemgînî, demborîbûn, çûyîn û vegera demsalî nîşan dide. Bi taybetî di kevneşopiya dengbêjiyê de, ya diyarker ne avahiya navberî ya rêzikê ye, awayê seyrê û vegotina hestyarî ye. Ev nivîs, vê formê ji aliyê modal, melodîk û hestyarî ve lêkolîn dike û têkiliya payîzokê bi xwezare îfade dike. 1. Destpêk Muzîk bo kurdan di destpêka her karî de întro ye, di navbera xweza, têkiliyên civakî, hezkirin, şer û mirovan de muzîk dibe girêdanek, li ser van hîs û tevgerên civakê de li gel gelek modalan payîzok jî heye ku ew modala kurdî ye Muzîka Kurdî bi cihêrengiya xwe ya modal, veguherînên mîkrotonal û dewlemendiya melodîk tê nasîn (Blum, 2002). Payîzok, wekî formeke modal di vê kevneşopiyê de atmosfereke payîzî ya xemgîn diafirîne ku ne tenê demsala payîzê, her wiha vegera hundirî ya mirovî û hêdî hêdî vemirîna wî jî temsîl dike. Ji aliyê muzîkoloj...

Kasim Taşdoğan: Deng, Nasname û Îfadeya Muzîkê

Kurte Ev nivîs hunermend û bestekar Kasim Taşdoğan, nasnameya wî ya muzîkê, estetîka deng û meylên wî yên tematîk lêkolîn dike. Di xebatê de muzîkalîte, hêza şîrovekirinê û çarçoveya çandî bi hev re hatine nirxandin; herwiha li ser xebata wî ya dawî “Xwebûn Li Te Tê” behsa bestekariya wî hatiye kirin.   1. Destpêk Muzîka kurdî di van salên dawî de qonaxeke girîng a veguherînê daye. Ev veguherîn ne tenê bi nûjeniyên formel, herwiha bi naverokên nasnameyî û sosyo-polîtîk jî têkildar e. Di vê çarçoveyê de Kasim Taşdoğan yek ji hunermendên nifşê nû ye ku di muzîka xwe de hem nasname, hem hest û hem jî estetîkê de xetek berxwedanê ava dike. Hunermendê ku li Mûşê ji dayik bûye û li Îzmîrê mezin bûye, salên xwe yên destpêkê bi performansên li kafe û sehneyên biçûk derbas kiriye, bi demê re ji repertûara tirkî ber bi repertûara kurdî ve çûye (Gazete Duvar, 2023). Muzîka wî ne tenê bijardeyeke estetîk e, di heman demê de beyaneke nasnameyê û îfadeya hestiyariya çandî ye.   2. Muzîkalît...

Mem Ararat û Estetîka Hestiyariya Rûkalbûyî(banegehî, rûkî, sathî): Di Çarçoveya Muzîka Kurdî de Rexneyek

Kurte Ev xebat, di muzîka kurdî ya hevdem de bi populerbûnê re derket holê guherînên estetîkî û formel, bi nimûneya Mem Ararat ve lêkolîn dike. Muzîka Ararat, ji kevneşopiya muzîka gelêrî tê lê bi mînîmalîzma hestiyarî ya pîşesaziya muzîka modern ve hatiye adaptekirin, formeke hilberîna nav-estetîk temsîl dike. Di gotarê de avahiya melodîk a Ararat, têkiliya gotin-melodî, stratejiya estetîka hestiyarî û pozîsyona hunerî hatiye lêkolîn; di encamê de, muzîka hunermend “ji veguheztina hestê ya rastî zêdetir, temsîla hestê estetîze dike” tê pêşniyazkirin. Xebat, hilberîna Ararat wekî nimûneyeke tipîk a derbasbûna ji vegotina kûr di muzîka kurdî de ber bi hestiyariya rûkal(sathî, yuzeysel)ve bi awayekî rexneyî nîqaş dike. Peyvên Sereke: Mem Ararat, muzîka kurdî, estetîk, teoriya muzîkê, çanda populer, hestiyarî   1. Destpêk Muzîka kurdî, di dîrokê de bûye hilgirê devkî yê bîra civakî, berxwedanê û hestê kolektîf. Kevneşopiya dengbêjiyê, yek ji formên herî otantîk ên vê berdewamiya ...