Heyranok, di muzîka gelêrî ya Kurdî de cureyek e ku dengê jinan di navendê de ye û bi tundiya hîsî ve tê der. Ev cure, hem ji aliyê folklorîk û hem ji aliyê muzîkolojîk ve balê dikşîne ji sîstema tonal a klasîk a rojavayî serbixwe, li ser bingeheke modal hatiye avakirin. (Pênaseyeke perwerdeyê a akademîk û pratîkê li ser muzîka kurdî ya ku em dibêjin; Payîzok, Heyranok, Berîte, Lawj û hwd. ve nehatiye kirin.)
1. Pênase û Fonksiyona Muzîkal a Heyranokê
Şehab Xalîdî (2021), heyranokê wekî “stranên lîrîk ên kurt ên ku jinan hestên xwe yên hundirîn tînin ziman” pênase dike. Abdullah & Zagros (2022) û Mamand & Badan (2024), awayên performansê, profîlên îcrakar û avahiya melodîk a heyranokê lêkolîn kirine û varyasyonên melodîk û modal ên vê cureyê derxistine holê. Heyranok bi awayekî gelemperî di warê rîtmê de bi pîvana azad, di warê melodîk de jî bi rêzikên modal ên sînordar ve formeke taybet e.
2. Modalîte û Avahiya Navberan
Lêkolînên cuda nîşan didin ku heyranok xwedî karaktereke modal e. Navenda modal bi gelemperî li dora dengekî “biryarder” tê avakirin. Lêkolînên (Abdullah & Zagros, 2022; Mamand & Badan, 2024) diyar dikin ku di heyranokê de bi piranî navberên duyan ên biçûk, çarînên tam û pêncan têne bikaranîn. Di hin varyantan de navbera ♭2 tê dîtin lê di hinka jî 2-ya xwezayî an jî varyasyonên mîkrotonal têne dîtin. Ji ber vê yekê nayê qebûlkirin ku di her mînaka heyranokê de ♭2 bi awayekî teqez tê bikaranîn.
Mînakeke rêzika modal (ji mînakên Botan û Behdînanê hatî derxistin, avahiyeke giştî):
La – Si♭/Si+ – Do – Re – Mi – Fa – Sol – La
Li vir, her çend ♭2 di hin îcrayan de tê bihîstin jî, ji ber guherînên mîkrotonal û varyasyonên herêmî ev yek wekî qaîdeyeke standard nayê qebûlkirin.
3. Estetîka Îcrayê û Dengê Jinan
Heyranok bi piranî ji hêla jinan ve tê gotin û di dema performansê de xemilandinên deng, guherînên mîkrotonal û nermbûna rîtmîk derdikeve pêş. Mamand & Badan (2024) destnîşan kirine îcrakara jin stranê bi nefesa xwezayî û tundiya hîsî rê ve dibe, bi vî awayî rêzikên modal bi awayekî nerm têne hîskirin. Ev awayê îcrayê “modulasyoneke hestî” ya melodîk diafirîne û navenda estetîka vê cureyê pêk tîne.
4. Fonksiyon û Wate
Ji aliyê muzîkolojîk ve fonksiyonên bingehîn ên heyranokê wiha têne kurtkirin:
1. Îfadeya Hestî: Veguheztina serpêhatiyên hundirîn ên jinan bi awayekî melodîk.
2. Tecrûbeya Modal: Veguhestina hestên xemgînî, bêrîkirin û tengezarîya hundirîn bi rêya deng û navberan.
3. Estetîka Performansê: Azadiya rîtmîk û xemilandinên mîkrotonal, taybetmendiya vê cureyê diyar dikin.
Ji ber vê yekê, heyranok ne tenê formeke stranê ye, di heman demê de wekî zimaneke hestîyarî ya modal jî tê nirxandin.
5. Encam
Heyranok di muzîka Kurdî de bi teqezî modal e lê bikaranîna navberan û varyasyona ♭2 di nav berheman de diguhere. Azadiya rîtmîk, xemilandinên mîkrotonal û rêzikên modal ên li ser dengekî biryarder, taybetmendiya muzîkolojîk a vê cureyê diyar dikin. Dengê jinan hêmana herî diyarker a heyranokê ye û peyama hestî-estetîk a vê cureyê dixemilîne. Bi kurtî: Heyranok, ji straneke gelêrî wêdetir, di muzîka Kurdî de îfadeyeke modal, dengê hestîyarî yê jinan û yekbûna estetîka performansê ye.
Çavkanî
• Xalîdî, Şehab. Heyranok: Lêkolînek li ser Edebê Jinên Kurd. Hewlêr: Weşanên Kurdshop, 2021.
• Abdullah, Khakmand Majeed & Zagros, Nahro. Heyran Form in Kurdish Music: Context of Style and Performance. Kovara Qalay Zanko, 2022.
• Mamand, Zana Jabali, Nasser Hashim Badan & Nareman Abdullah Kareem. Performance methods of Lawk and Hayranok: A Comparative Study. Kovara Qalay Zanko, 2024.
• Çelik, Ayhan. Kürt Halk Şiirinde Heyranok Formu Üzerine Bir İnceleme. Dergipark, 2020.

Yorumlar
Yorum Gönder