Kurte Payîzok di muzîka kurdî de nîşaneya têkilîya mirovan bi xwezayê re ye. Payîzok ne “maqam”eke klasîk e, formeke modal a estetîk e ku hestên xemgînî, demborîbûn, çûyîn û vegera demsalî nîşan dide. Bi taybetî di kevneşopiya dengbêjiyê de, ya diyarker ne avahiya navberî ya rêzikê ye, awayê seyrê û vegotina hestyarî ye. Ev nivîs, vê formê ji aliyê modal, melodîk û hestyarî ve lêkolîn dike û têkiliya payîzokê bi xwezare îfade dike. 1. Destpêk Muzîk bo kurdan di destpêka her karî de întro ye, di navbera xweza, têkiliyên civakî, hezkirin, şer û mirovan de muzîk dibe girêdanek, li ser van hîs û tevgerên civakê de li gel gelek modalan payîzok jî heye ku ew modala kurdî ye Muzîka Kurdî bi cihêrengiya xwe ya modal, veguherînên mîkrotonal û dewlemendiya melodîk tê nasîn (Blum, 2002). Payîzok, wekî formeke modal di vê kevneşopiyê de atmosfereke payîzî ya xemgîn diafirîne ku ne tenê demsala payîzê, her wiha vegera hundirî ya mirovî û hêdî hêdî vemirîna wî jî temsîl dike. Ji aliyê muzîkoloj...
Yorumlar
Yorum Gönder