Em ê li gorî şîroveya hunermend M. Arîf cizrawî analîza tonalîteya strana xezalê bikin lê ewil em bala xwe bidinê Mihemed Arîf Cizrawî kî ye:
Mihemed Arîf Cizrawî (an jî Mihemed Arif Cizîrî) dengbêjekî navdar û hunermendê kurd ê kevneşopî ye. Ew yek ji dengbêjên herî girîng ên sedsala 20-an ên Kurdistanê ye. ku.wikipedia.org
• Jidayikbûn: Sala 1912’an li Cizîra Botan
• Mirin: 17’ê Kanûna Pêşîn 1986’an (74 salî) li Duhokê. ku.wikipedia.org
Ew di dema Împeratoriya Osmanî, Şerê Cîhanê yê Yekemîn û demên dijwar ên Kurdistanê de mezin bûye. Dayika wî jî dengbêjeke navdar bû (Edila) û wî ji zarokatiyê ve guhdariya stran û dengbêjan dikir. Di jiyana xwe de gelek zehmetî kişandiye (girtîgeh, koçberî, hwd.), ev yek bandor li hunera wî kiriye. Wî gelek salan li Duhokê jiya û li wir stran gotine. ku.wikipedia.org
Em werin ser mijarê; dema em guh didin strana Xezalê bi taybetî jî ji dengê M. Arîf cizrawî bêtir bala me stîla hunermendî dikişîne bi awaza xwe ya cihê mirov mest dikê lê ka em binerin hunermend bi kîjan tonalîteyê vê stranê gotîye
Di stranê de dengên derdikevin pêş ev in:
• Fa diyez
• Do diyez
• Sol diyez
• Re diyez
• La diyez
Ev avahî di teoriya muzîkaya Rojava de bi 5 diyezan re têkildar e.
F♯, C♯, G♯, D♯, A♯
Bi awayê teorîk ev nîşan dide ya Sî Major an jî Sol diyez minor e
Navenda tonal û hîsîyata bi dawîbûna strana “Xezal” de:
piraniya vegerên melodîk li dora Sol diyez kom dibin. Bi taybetî dengên vokal dirêj dibin û xalên bêhnvedanê yên melodiyê navenda tonal a stranê pir zelal dikin.
G♯ minor
Ji ber vê yekê her çend stran bi awayê teorîk xwediyê dengên Si Majorê be jî, ji aliyê guhdarî û hestî ve ew nêzî karakterê Sol dîyez mînorê ye
M. Arîf Cîzrawî vê stranê bi vê karaktera Sol mînor dîyezê gotîye lê ji stîla xwe zêdetir tiştan li stranê zêde kiriye.

Yorumlar
Yorum Gönder