Ana içeriğe atla

FORTE

 

pianississimo /ppp/ heta ku jê tê sivik û bêdeng
pianissimo. /pp/. gelekî sivik û bêdeng
piano /p/. bi dengekî sivik
mezzo piano /mp/ nîvînîvî sivik
mezzo forte /mf/. nîvînîvî bihêz
forte. /f/. bihêz û bideng
fortissimo /ff/. gelekî bihêz û bideng
fortississimo fff/. heta ku jê tê bihêz û bideng

Weke di lîsteyê da xuya dike -F- forte di muzîkê da tê wateya bihêz û bideng lêxistinê. Ger ku te li ser kaxizekê notayek dît pêșî li jêr û jorê wê binere bêje ka -F- forte lê heye! Ger hebe nexwe tê bi îmaneke mezin lê bidî!

Notek ji nivîskarî:
Ez Zûhat Kaya, meha dawîn ya 2024an da min ev blog vekir. Ji bo destpêka akademîyeke Muzîkê li ser întetnetê min ev rê hilbijart. Dema arşîv û berhem zêde bibin dê ev arşîv derbasî sîteyeke mezin bibe.

Ger nivîsên li vê derê bi kêrî te hatibe ji kerema xwe parve bike.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Mem Ararat û Estetîka Hestiyariya Rûkalbûyî(banegehî, rûkî, sathî): Di Çarçoveya Muzîka Kurdî de Rexneyek

Kurte Ev xebat, di muzîka kurdî ya hevdem de bi populerbûnê re derket holê guherînên estetîkî û formel, bi nimûneya Mem Ararat ve lêkolîn dike. Muzîka Ararat, ji kevneşopiya muzîka gelêrî tê lê bi mînîmalîzma hestiyarî ya pîşesaziya muzîka modern ve hatiye adaptekirin, formeke hilberîna nav-estetîk temsîl dike. Di gotarê de avahiya melodîk a Ararat, têkiliya gotin-melodî, stratejiya estetîka hestiyarî û pozîsyona hunerî hatiye lêkolîn; di encamê de, muzîka hunermend “ji veguheztina hestê ya rastî zêdetir, temsîla hestê estetîze dike” tê pêşniyazkirin. Xebat, hilberîna Ararat wekî nimûneyeke tipîk a derbasbûna ji vegotina kûr di muzîka kurdî de ber bi hestiyariya rûkal(sathî, yuzeysel)ve bi awayekî rexneyî nîqaş dike. Peyvên Sereke: Mem Ararat, muzîka kurdî, estetîk, teoriya muzîkê, çanda populer, hestiyarî   1. Destpêk Muzîka kurdî, di dîrokê de bûye hilgirê devkî yê bîra civakî, berxwedanê û hestê kolektîf. Kevneşopiya dengbêjiyê, yek ji formên herî otantîk ên vê berdewamiya ...

Di Muzîka Kurdî de Payîzok: Analîzeke Yekbûyî ya Modal û Seyirê

Kurte Payîzok di muzîka kurdî de nîşaneya têkilîya mirovan bi xwezayê re ye.  Payîzok ne “maqam”eke klasîk e, formeke modal a estetîk e ku hestên xemgînî, demborîbûn, çûyîn û vegera demsalî nîşan dide. Bi taybetî di kevneşopiya dengbêjiyê de, ya diyarker ne avahiya navberî ya rêzikê ye, awayê seyrê û vegotina hestyarî ye. Ev nivîs, vê formê ji aliyê modal, melodîk û hestyarî ve lêkolîn dike û têkiliya payîzokê bi xwezare îfade dike. 1. Destpêk Muzîk bo kurdan di destpêka her karî de întro ye, di navbera xweza, têkiliyên civakî, hezkirin, şer û mirovan de muzîk dibe girêdanek, li ser van hîs û tevgerên civakê de li gel gelek modalan payîzok jî heye ku ew modala kurdî ye Muzîka Kurdî bi cihêrengiya xwe ya modal, veguherînên mîkrotonal û dewlemendiya melodîk tê nasîn (Blum, 2002). Payîzok, wekî formeke modal di vê kevneşopiyê de atmosfereke payîzî ya xemgîn diafirîne ku ne tenê demsala payîzê, her wiha vegera hundirî ya mirovî û hêdî hêdî vemirîna wî jî temsîl dike. Ji aliyê muzîkoloj...

Heyranok: Di Muzîka Kurdî de Modalîte û Estetîka Gotinê

Heyranok, di muzîka gelêrî ya Kurdî de cureyek e ku dengê jinan di navendê de ye û bi tundiya hîsî ve tê der. Ev cure, hem ji aliyê folklorîk û hem ji aliyê muzîkolojîk ve balê dikşîne ji sîstema tonal a klasîk a rojavayî serbixwe, li ser bingeheke modal hatiye avakirin. (Pênaseyeke perwerdeyê a akademîk û pratîkê li ser muzîka kurdî ya ku em dibêjin; Payîzok, Heyranok, Berîte, Lawj û hwd. ve nehatiye kirin.) 1. Pênase û Fonksiyona Muzîkal a Heyranokê Şehab Xalîdî (2021), heyranokê wekî “stranên lîrîk ên kurt ên ku jinan hestên xwe yên hundirîn tînin ziman” pênase dike. Abdullah & Zagros (2022) û Mamand & Badan (2024), awayên performansê, profîlên îcrakar û avahiya melodîk a heyranokê lêkolîn kirine û varyasyonên melodîk û modal ên vê cureyê derxistine holê. Heyranok bi awayekî gelemperî di warê rîtmê de bi pîvana azad, di warê melodîk de jî bi rêzikên modal ên sînordar ve formeke taybet e. 2. Modalîte û Avahiya Navberan Lêkolînên cuda nîşan didin ku heyranok xwedî karaktereke ...